%26
Metheloken Hezrete Sileman - Bedirxan, Kamiran Ali

Metheloken Hezrete Sileman

Kamiran Ali Bedirxan

Yayınevi: Avesta

Yayın tarihi: 07/2014

ISBN: 9786055279998

Kürtçe | 72 Sayfa | 13 x 19.5 cm

Tür: Genel

  • 9,62 TL
  • 13,00 TL

Bi wergera Kamiran Alî Bedirxan derket
 
“Methelokên Hezretê Silêman” bi wergera Kamiran Alî Bedirxan di nav weşanên Avesta de derket. Kitêb cara yekem di sala 1947an de ji aliyê Civata Kitêba Miqedes ve li Bêrûdê hatibû çapkirin.

Ev in hêj Methelokên Silêman, yê ko bi destê peyayê Ezekiyas, Qralê Cuhistanê; hatine berhev kirin. Mezinahiya Xwedê veşartina tişta ye; lê mezinahiya qrala kifşkirina wan e.
Ezman bilind in, erd kûr e, û qesda dilê Qralan na yên seh kirin.
Kefên zîvî jê hilîne; ji bona zîvker guldankek derdikeve.
Ji tenişta Mîra mirovên xerab hilîne; pê textê wî bi edaletê qaim dibe.
Di dîwana Mîran de me keve pêşiyê û cihê mezinan me gire.
Çêtir e ko ji te re bête gotin: were hilkêşe jor; û ne ko di pêşiya qral de qedrê te bête şkênandin û tu wê bi çavê xwe bibînî.
Bê giranî me be dawadarê tiştekî; ma heke qedrê te hate şkênandin tu ê çi bikî.
Bi xelkê re doz û dawa xwe bike; lê veşartiya mirovekî din eşkere me ke.
(Bide eqlê xwe), yê ko bihîstiye heye ko lewman dike te û navê te dikare pê di nav xelkê de kêmqedir bibe.
Gotineke bi rê mîna sêveke zêrîn li ser firaxeke: zîv e.
Tekdîrên mirovekî hikmetdar ji bona guhên hişyar weke guhar û gerdeniyine zêrîn in.

İlgili Ürünler

Kredi Kartına Taksit İmkanı
  • 3 Taksit

  • 3 Taksit

  • 3 Taksit

  • 3 Taksit

©1996-2020 Pandora Yayın ve Kitap Hizmetleri A.Ş.

Mersis No: 0721-0430-4310-0015

Tasarım : Logo Site Tasarımı