%26
Derb - Baron, Bahoz

Derb

Bahoz Baron

Yayınevi: Avesta

Yayın tarihi: 04/2014

ISBN: 9786055279738

Kürtçe | 112 Sayfa | 13 x 19,5 cm

Tür: Roman Öykü

  • 8,88 TL
  • 12,00 TL

 “Derb”, çîrokên Bahoz Baran ên nû derketin

Kitêba nû ya Bahoz Baran ku ji çîrokan pêk tê, di nav weşanên Avesta de, bi navê “Derb” derket. “Derb” duyemîn kitêba çîrokan a nivîskar e, berê jî bi navê “A baş” kitêbek wî derketibû.

Ez ji efendiyê xwe re bibêjim. Gerek mirov baweriya xwe bi vê dinyayê pirr neyîne û pişta xwe nedê! Hûtek e ev dinya, roja bîst û yekê be jî ew ê me dabeliîne. Pêşiyan bîlesev negotiye, dinya bela ye. Erê, ez van gotinan ji te re niha dibêjim, lê dema ku ez li ser hemdê xwe bûm û min hukmê xwe li dar dixist ev tişt nedihatin bîra min. Mirov dema hînî dewrana xwe dibe dibêje qey ew ê her gav wisa bidome. Ne wisa ye! Ez ji ezîzê xwe re bibêjim. Dê û bavê min, -Xwedê rehma xwe li tevan bike- çend salên ewil ji wan re zarok çênabe. Diya min berê xwe dide şêx û melayan, nivişt miviştan dide çêkirin. Çawa dibe êdî ez nizanim; lê Xwedê min dike diyarî ji wan re. Dema ku çav bi min dixin şaş dimînin. Pitikekî girs, ser ji gewde girantir, lep lepên hirçê… Bavê min wê kêliyê dibêje, Xwedê li me bê rehmê…

Bahoz Baran

Di sala 1982yan de li navçeya Amedê, li Licê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Dîcleyê beşê perwerdehiyê xelas kiriye.
Berhemên wî:
- Rêzimana Kurmancî (Bi M. Bilbil re, Enstituya Kurdî ya Amedê, 2008.)
- A baş (B. Baran, Weşanên Belkiyê, Çîrok, 2010.)
- Rêzimana Kurmancî (B. Baran, Weşanên Belkiyê, Ziman, 2012.)

Derb
Bahoz Baran

İlgili Ürünler

Bu Türde Çok Satanlar

Kredi Kartına Taksit İmkanı
  • 3 Taksit

  • 3 Taksit

  • 3 Taksit

  • 6 Taksit

©1996-2018 Pandora Yayın ve Kitap Hizmetleri A.Ş.

Mersis No: 0721-0430-4310-0015

Tasarım : Logo Site Tasarımı